Anabilim Dalları
Zimanê kurdî (kurmancî, soranî, zazakî, goranî) yek ji zimanê herî sereke yê Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Ji ber ku li ser erdnîgariyeke berfireh (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Ermenîstan û hwd.) belav bûye û ji aliyê hejmarek zêde mirovan ve tê axaftin, kurdîzanî êdî bûye hewcedariyeke girîng.
Bi vê ramanê, zanîngeha me jî hewl da ku vê hewcedariyê bi awayekî akademîk û rêkûpêk bi cih bîne. Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, li Zanîngeha Bîngolê, di sala perwerde û hîndekariyê ya 2013-2014an de, di bin banê Şaxa Makezanista Ziman û Wêjeyên Rojhilatî de hat damezirandin û niha (sala 2025) 124 xwendekar tê de dixwînin.
Di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de Doçentek, du Doktor, sê Peywirdarên Hîndekarîyê û Erkdarekî Lêkolînê wekî akademîsyen kar dikin. Dema ku xwendekarên me ji ve beşê destûryarî bigirin, dê bikaribin di zanîngeh û saziyên dewletê de kar bibînin, derfetên kar û xebatê bi dest bixin.
Personelên Akademîk / Akademik Personel
| Doç. Dr. | Zafer AÇAR -Serokê Beşê / Anabilimdalı Başkanı- |
| Dr. Öğr. Üyesi | Hemin Omar AHMAD |
| Dr. Öğr. Üyesi | Ömer DELİKAYA |
| Öğr. Gör. Dr. | Şerif GÜZEL |
| Öğr. Gör. | Muhammed İkbal DENİZ |
| Öğr. Gör. | Zafer ATLI |
| Arş. Gör. | Haci İbrahim AYTEKİN |