Anabilim Dalları

Zimanê kurdî (kurmancî) yek ji zimanê herî sereke yê Rojhilata Navîn û dunyayê ye. Ji ber ku li ser erdnîgariyeke berfireh (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Ermenîstan û hwd.) belav bûye û ji aliyê hejmarek zêde mirovan ve tê axaftin, kurdîzanî êdî bûye hewcedariyeke mezin.


Bi vê ramanê, zanîngeha me jî hewl da ku vê hewcedariyê bi awayekî akademîk û rêkûpêk bi cih bîne. Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, li Zanîngeha Bîngolê de, di sala perwerde û hîndekariyê ya 2013-2014an de, di bin banê Şaxa Makezanista Ziman û Wêjeyên Rojhilatî de hat damezirandin û niha 40 xwendekar tê de dixwînin.


Di heman demê de, di beşa kurmancî de du peywirdarê hîndekariyê wekî mamoste û pispor kar û barê xwe didomînin. Dema ku xwendekarên me ji vê beşe destûryarî bigirin, wê bikaribin di zanîngeh û saziyên dewletê de bi hêsanî kar bibînin. Her wiha xwendekarên me wê di qadeke berfireh de derfetên kar û xebatê bi dest bixin.

Akademik Personel

Doç. Dr. M.Zahir ERTEKİN
Dr.Öğr.Üyesi Zafer AÇAR
Öğr.Gör. Zafer ATLI
Öğr.Gör. Şerif GÜZEL
Öğr.Gör. M.İkbal DENİZ